Tebax 29, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê 19 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir 

 Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên têkildarî coronavîrusê belav kirin û ragihand, di 24 saetên bihorî de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî bi COVID-19 ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro Şemiyê 29ê Tebaxa 2020 amarên nû yên têkildarî Koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de 19 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin,.

Li gor daxuyaniyê, ji wan 19 haletên nû yên pêketinê, 6 kes li Hesekê, 6 li Qamişlo, kesek li Dirbespiyê,  4 kes li Dêrikê û kesek jî li Til Koçerê bi COVID-19 ketine.

Li gor amarên îro, haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê herî zêde li Heseke, Qamişlo û Dêrikê hatine tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha got, herî dawî kesekî din ji pêketiyên Koronayê li li Bakurê Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest daye, ku bi gotina wan jinerkê 52 salî ji Amûdê bûye.

Mistefa herwiha da zanîn ku di nava 24 saetên derbasbûyî de tenê kesekî ku bi koronayê ketibû, baş bûye.

Li li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 527 kes bi Koronayê ketine, ku 34 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.ج

Serepeyv