Leşkerên Tirkiyê ji gundên Efrînê gelek sivîl revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirkiyê ya ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye, komek sivîl ji gundên kantona Efrînê revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyek nivîskî piştrast kir ku çeteyên ‘El-Emniyat’ ên girêdayî artêşa Tirkiyê bi hevkariya çeteyên polîsên leşkerî yên li Efrînê 6 bira û zarokên wan ên ji gundên Şêx Kêlê yê girêdayî navçeya Mataba revandin û sedema vê yekê ne diyar e.
Rêxistinê da zanîn ku welatiyê bi navê Îsam Şêx Kêlo yekser serbest hate berdan û yên din birin navendên El-Emniyat ên li Efrînê yên li Çerxeriya Kawa û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Çeteyên polîsên sivîl ên girêdayî artêşa Tirkiyê duh welatiyên bi navên Reşîd Bîlal (56) ê kurê Menan û Fatma, Kawa Hido (43) ê kurê Seîd û Zelûx yên ji gundê Şekato yê navçeya Şiyê revandin.