Tebax 28, 2020 10:27 Asia/Tehran
  • Civînên komîteya destûrê berdewam dikin

Nûnerê NY'yê yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pederson duh ragihand: Civînên komîteya destûra bingehîn îro(pêncşemê) piştî nîvro dewam dikin.

Pederson duh bi dauxyaniyekê got: "Piştî testa tenduristiyê û şîretên tenduristiyê yên girêdayî 4 testên posîtîv yên berê yên Koronavîrusê, navendên tenduristiyê yên herêmî nivîsgeha şandeyê taybet ê NY`yê agahdar kir ku dibe tora sêyemîn a komîteya destûrê danûstandinên xwe dewam bike, lê belê divê pîvanên dûrbûnê di ber çav re bên derbaskirin û tedbîrên pêwîst bên girtin."

Pederson wiha lê zêde kir: "Piştî şêwira bi serokên beşdar û endamên komîteyê re, civîn roja pêncşemê li koşka Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê di saetên piştî nîvro de dewam dikin."

NY`yî duşema borî diyar kiribû ku ber ku hin endamên beşdarî komîteyê bûne bi Koronavîrusê ketine, dê civînên komîteya destûrê yên li Cinêvê bên taloqkirin.

Tora sêyemîn a civînên komîteya destûrê bi beşdariya hikumeta Sûriyê û opozisyona girêdayî Tirkiyê û dûrxistina hêzên rasteqîn ên li ser erdê, li Cinêvê tê lidarxistin. Beriya destpêkirina rûniştinê Pederson gotibû: "Hêviyên mezin ji van danûstandinan nekin."

Serepeyv