Tebax 26, 2020 20:57 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Bişar Esed û Falih Feyaz li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîsmê li navçeyê

Serokomarê Sûriyê û Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê li ser girîngiya têkoşîna dijî têrorîsmê û hevkariyên aborî û ewlehiyê pêgirî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di hevdîtina roja Çarşemiyê ya Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê û Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê li Şamê, du aliyan xurtkirina hevkariyên dualî di hemî waran da û dewama hevahengî û şêwirîêna di warê alûgorên siyasî û ewlehî yên nû li navçeyê û hevkariya di warê têkoşîna dijî têrorîsmê pêwîst dan zanîn.

Esed û Feyaz her wiha tevî pêgiriya li ser jinavbirin û kokbirkiirna têrorîsmê ragihandin; Têrorîsma ku berê û niha bûye sebeba êşa gelên Iraq û Sûriyê, dê bi destê artêşên xurt ên Sûriye û Iraqê bê kokbirkirin.

Esed û Feyaz li ser destwernedana welatên biyanî li karên navxweyî yên welatên Rojavaya Asyayê pêgirî kirin.

Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê  di vê hevdîtinê da, peyama Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê da Bişar Esed.

 

 

Serepeyv