Tebax 24, 2020 10:42 Asia/Tehran
  • Li bajarên dagîrkirî yên

Piştî ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî bi dewleta Tirkiyê li jinekê dan, li bajarê Girê Spî yê dagirkirî çalakiyên protestoyî li dar ketin. Di heman demê de komên çete bi hev ketin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li herêmên ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve hatine dagirkirin sûcên li dijî sivîlan, bi taybet ên li dijî jinan berdewam dikin.

Çekdarên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirkiyê li taxa Şelal a bajarê Girê Spî girtin ser malekê û talan kirin û li jinekê dan. Ji ber dijwariya lêdanê jin ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Şêniyan nerazîbûn nîşan dan. Di heman demê de li çerxerêya Siyasî ya navenda bajêr di navbera çeteyên "Furqeya 3" û endamên "Polîsên Leşkerî" de şer derket.

Ji ber derketina çeteyan ji bajar û hesabxwestina êrişa li ser jinan, şêniyên bajar amadekariyan dikin ku sibe li qada giştî xwepêşandanan li dar bixin.

Li bajarê Serêkaniyê jî li dijî kiryarên çeteyên dewleta Tirkiyê xwepêşandan hate lidarxistin. Nemaze piştî serçete "Ebû Inad û Ebû Mûaz" êrişî jinan kirin.

 

 

 

Serepeyv