Tebax 20, 2020 10:46 Asia/Tehran
  •  Sûriye - Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD'ê serdana Dêrazorê kirin

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD'ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir. Her wiha serdanvan dê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê li gel çalakbûna şaneyên DAIŞ û "şaneyên herêmî yên ku hewl didin tevliheviyê li herêmê derbixin" bi saziyên civakî û êlan re bicivin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya QSD'ê got Mezlûm Ebdî û şandeyek fermandarên QSD'ê Newroz Ehmed û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî bûyerên qetilkirinê yên li dijî şêx û rûspiyên herêmê û çalakbûna berbiçav a şaneyên DAIŞ û şaneyên girêdayî hêzên herêmê û navdewletî, serdana rojhilatê gundewarên Dêrazorê kirin.

Navenda Ragihandinê da zanîn ku di serdanê de Ebdî bi saziyên civakî û sivîl, meclisên leşkerî û sivîl ên Dêrazorê re civiya û rewşa herêmê gotubêj kir.

"HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DÊ DI PÊVAJOYEK NÛ RE DERBAS BIBE"

Her wiha navendê îşaretpê kir ku Ebdî di serdanê de piştrast kiriye ku "herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di pêvajoyek nû re derbas bibe ji bo ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ku hêviyên gelê Sûriyê li gorî biryara navneteweyî 2254 pêk tîne."

"ARMANCA BÛYERÊN QETILKIRINÊ HEJANDINA EWLEHIYA HERÊMÊ YE"

Her wiha şandeya fermandaran mijarên girîng jê çalakbûna şaneyên DAIŞ'ê "yên ku aliyên herêmî û navdewletî desteka wê dikin", mijarên xizmetguzarî, derfetên kar û jinûve bicihkirina hêzên leşkerî nîqaş kirin.

Ebdî di serdanê de destnîşan kir ku "armanca bûyerên qetilkirinê hejandina ewlehiya herêmê, derxistina fîtneyan û berbalvkirina yekitiyê û hevgirtina gelên herêmê ye". Lewra QSD'ê israr dike ku şaneyên DAIŞ'ê tune bike.

 

 

Serepeyv