Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Koronavrîusê ketin
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îro ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine di nav de 8 mêr û 6 jin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê", Ciwan Mistefa ragihand ku daneyên Koronavîrusê yên nû li herêmê wiha ne:
8 li Qamişlo
3 li Dêrikê
2 li Amûdê
1 li Kobanê
Mistefa destnîşan kir ku du nexweşên din baş bûne, bi vê yekê hejmara nexweşên ku ji pandemiyê baş bûne gihaşt 28 kesan.
Li gorî daneyên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 219 kes bi Koronavîrusê ketine, 15 nexweş baş bûne û nexweşek jiyana xwe ji dest daye.