Tebax 18, 2020 03:07 Asia/Tehran
  • SOHR:

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir bigire.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyan, ragihand ku MÎT'ê 132 çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" û çeteyên "Huras El-Dîn" ya girêdayî Qeterê dişîne bajarê Terablusê yê Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir werbigire."

Hawar Newsê nivîsiye: "Piştî teqîna Perava Beyrûtê û aloziya ewlehî û siyasî ya li Lubnanê derketiye, Tirkiyê bi rêya alîkariyên mirovî tevgerên xwe zêde dike. Her wiha hewl dide aloziya mezhebî ya wir bi kar bîne."

 

 

 

 

Serepeyv