Tebax 06, 2020 03:57 Asia/Tehran
  • Çemê Firatê - 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyê dewam dike

Tirkiye ji meha Gulanê ve rêjeya ava çemê Firatê ku derbasî erdên Sûriyê dibe, kêm kiriye. Ji ber ambargoya avê, welatiyên herêmê bi awayekê neyînî bandor dike û aloziya avê berdewam e.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Ambargoya avê ya Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhalatê Sûriyê ev 3 mehin dewam dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê ku disperê Miduriyeta Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 3 meh in ava Çemê Firatê ya di herike Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye birîn û ji ber kêmbûna avê li herêmê 14 mîlyar metrekub av kêm bûye. Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku di 3 mehan de, rêjeya giştî ya avê li welat ku 14 milyar metrekub e, nêzî 3 milyar metrekub ango rojane 33 milyon metrekub av xilas bûye û wiha got: "Keraseta daketina rêjeya avê bandor li kehrebeya bi dehan bajar û bajarokên Sûriyê jî kir. Her wiha zirar gihand berhemdariya herêmî ya 400 hektar erdên çandiniyê yên li qiraxa çemê Firatê û ji ber wê yekê nirxê berhemên çandiniyê yên herêmê pir biha bû. Ji destpêka Hezîrana  borî ve, saetên derxistina kehrebeyê li her du hêzgehên Firat û Tişrîn bi rêjeya ji sedî 33 kêm bû. Piştî ku berê rojane kehrebe18 saetan dihat dayîn, niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 12 saetan tê dayîn. Li kêleka wê yekê, piştî ku Tirkiyê para Sûriyê ji avê kêm kir ku damara jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê ye, li gelek herêmên Sûriyê pirsgirêka kêmbûna avê derket holê. Bi vî awayî Enqere hevpeymana ku sala 1987`an bi Şamê re îmze kiriye, binpê dike ku tê de para Sûriyê û Iraqê ji avê di saniyekê de 500 metrekabik hatiye diyarkirin. Lê belê Tirkiye vê yekê binpê dike û di saniyekê de tenê 150 heta 250 metrekabik av derbasî erdên Sûriyê dike. Av çavkaniyeke xwezayî ye ku di gelek aliyan de tê bikaranîn, lê belê di 5 salên dawîn de di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirkiyê de gelek pirsgirêkên girêdayî avê rû dan. Tirkiye her havînê di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê de avê bi kar tîne. Demeke berê parlamantoya Iraqê binpêkirina Tirkiyê ku jiyana bi milyonan welatiyên Iraqê li ser çemên Firat û Dîcleyê dike xetereyê, şermezar kiribû. Lê belê hikumeta Sûriyê heta niha girêdayî mijarê tiştek negotiye."

 

Serepeyv