Efrîna dagîrbûyî - Jina 50 salî îşkenceya Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê vedibêje
Hawar Newsê nivîsiye: Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ên li Efrînê jina 50 salî M. A revandin û piştî îşkenceyek giran di ber hezar dolar de serbest berdan. M. A hovîtiya Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê wiha vegot: “Bi boriyên avê li min dixistin û kehrebe didan bedena min. Dema min dixwest razêm ji ber qîra jin û zarokên di îşkenceyê de xew nediket çavê min.”
Li gorî rapora Hawar Newsê, Piştî dagirkirina Efrînê, artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê, sûcên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin. Bi armanca koçberkirina şêniyên resen ên ku li herêmê, ewna tengav dikin û şêniyên ji derveyî herêmê li şûna wan bi cih dikin. Bi vê yekê dixwazin demografiya herêmê biguherin.
Dewleta Tirkiyê ji siyaseta guhertina demografîk û guhertina navên gundan armanc dike ku Efrînê mîna Lîwa Skenderon tev li Tirkiyê bike. Tevî wê jî mizgeft û dibistan veguherandine girtîgeh û baregehên çeteyan.
Ji ber sûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gelek şênî neçar mane ji herêmê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bibin. Şêniya bi navê M.A mîna gelek şêniyan ji ber wan sûcan koçber bû.
Polîsa leşkerî di Hezîrana 2019`an de M.A ya 50 salî bi hinceta ku endama komîna taxê bû, ji mala wê ya li Efrînê revandin û birin şaxê polîsan ê li dibistana Tîcare.
KEÇA WÊ Û NEVIYÊN WÎ JÎ REVANDIN
Beriya girtina M.A polîsên leşkerî keça wê ya 27 salî tevî neviya wê ya 3 salî revandibûn. M.A bi dîtina keça xwe şaş ma. M.A di dirêjahiya 20 rojan de rastî tevahiya cureyên îşkenceyê hat.
M.A dibêje: “Çeteyên bi navên Ebû Heyder, Ebû Ereb, Ebû Sayir û Ebû Ziyad bi jinan û mêran re lêpirsînê çêdikin. Lêpirsîna min gelek saetan dirêj kir. Her tim ji min rola min a di komîna taxê de û karê min ê bi Rêveberiya Xweser re pirs dikirin. Min jî dibersivand ku tu têkiliya min bi wan re tune ye. Ruxmî wê jî lê wan bi boriyên avê li min xistin.”
M.A wiha domand: “Min bawer nekir ku ewqas îşkence li min bikin, ji ber ku temenê min mezin bû. Lê ew cudahî naxin di navbera temenmezin, zarok, jinan û mêran de. Hemû rastî îşkenceyê tên. 20 rojên ku girtî mam ji min re weke 20 salan bû. Ji bilî gotinên nexweş, rastî tevahiya cureyên îşkenceyê hatim. Bi boriyên avê li min xistin û kehrebe dan bedena min. Vê îşkenceyê bandor li tenduristiya min û rewşa min a derûnî kir. Min di 20 rojan de 19 kg da.”
M.A diyar kir ku îşkence ji saet 00.00’an destpê dikir heta saet 04:00`an berdewam dikir û hovîtiya Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê wiha vegot: “Ji ber qêrîna jinan û zarokên di bin îşkencyê de, min xew nedikir. Wan kesên revandî bi çûyên bi navên Exdar Îbrahîmî îşkence dikirin, li hundirê odeyan de dadiliqandin û ew didan kehrebeyê. Çeteyan gelek girtîgeh ava kirine û tê de sûcan li dijî jinan pêk tînin. Hinek ji wan girtîgehan ev in; Maratê, Dibistana Tîcare û Çerxerêya Kawa. Di girtîgeha Çerxerêya Kawa de hovantirîn sûc li dijî sivîlan tên kirin, bi taybet li dijî jinan. Çete destdirêjiya jinan dikin û madeyên hişbirê didin wan.”
ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ BAÇÊN XWARINA XWEŞ DIDIN
Têkildarî rewşa şêniyên li kantona Efrînê M.A diyar kir ku şênî ditirsin xwarinên xweş û biha çêkin, ji ber ku çete dê bacê li wan ferz bikin. Ji ber malbatekî Çerezan kirîn bac li wan hat birîn.
M.A îşaretpê kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê her tim têlên kehrebeyê didizin û bacê li şêniyan ferz dikin da ku wan têlan vegerînin. Her wiha dan û standina bi lîreya Tirkiyê û dolar li wan ferz dikin. Êdî nexweşxane derman bi lîreyên Tirkiyê didin. Li rex wê jî nasnameyên kesayetî yên tirkî li ser şêniyan ferz dikin.
PIŞTÎ 26 ROJAN JI ÎŞKENCEYÊ LI BERMABERÎ FÎDYAYÊ SERBEST HATE BERDAN
M.A piştî 26 rojan li beramberî hezar dolar hate berdan.
Ji bilî rêya revê tu rê li ber malbata M.A nemabû. Bi taybet piştî ku çeteyan mala wê talan kir û 5 hezar dolar dizîn. Ji ber wê ji herêmê derketin û berê xwe dan herêma Şehbayê.
M.A tevî malbata xwe beriya hefteyekê gihaşt herêmê û rewşa wan a tenduristî ne baş e.