Teqîna erebeyê li navçeya dagîrkirî ji aliyê Tirkiyê va li Sûriyê
Li bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê ya dagirkirî bi erebeyeke bombebarkir teqînek bi hêz rû da. Li gorî agahiyên kuştî û birîndar hene.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Teqîn di benda kontrolê ya hevpar a "Til Erqem" ya di navebera çeteyên "Furqet El-Hemzat" û "Polîsên Sivîl" de pêk hat.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 6 kes mirin û zêdeyî 15 kesan jî birîndar bûn.
Piştî teqînê bi demeke kurt, medyaya ser bi AKP'ê ve, di nav de "HABER 365" nûçeyek li ser teqînê belav kirin. Tê de mikur hat ku îstîxebata Tirkiyê li pey vê teqînê ye û îdia kir ku wê bendeke kontrolê ya PKK û YPG'ê kirine hedef û 5 endamên wan kuştine.
Ev dide diyarkirin ku teqînên li herêmên dagirkirî pêk tên, îstîxbata Tirkiyê li pey wê ne, gelek caran dema ku qurbanî sivîl bin QSD'ê tewanbar dike.
Di nava hefteyekê de ev teqîna 5'an e ku li bajarê Serêkaniyê pêk tên