Tîrmeh 30, 2020 10:30 Asia/Tehran
  • Jinek a di girtîgehên çeteyên girêdayî bi Tirkiyê de mayî, qala hovîtiya çeteyan dike

Jina bi navê E. A û zaroka xwe ya 3 salî ji beriya salekî ji aliyê çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin. E. A serpêhatiya xwe û çarenûsa hevjînê xwe yê ji aliyê istixbarat Tirkiyê ve hatiye revandin vegot.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Piştî ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kirin, siyaseta guhertina demografîk, koçberkirina sivîlan,  revandina sivîlan meşandin.

Malbateke efrînî ya ku ji sê kesan pêk tê, ku zaroka wan a sê alî jî di nav de ji aliyê çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ve hatin revandin.

Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê destpêkê bav W. M ji mala wî ya bajarê Efrînê revandin û serpêhatiya malbatê destpê kir. Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ew bi hinceta danûstandina bi Rêveberiya Xweser revandin.

Di sala 2019`an de istixbarata dewleta Tirkiyê bi koordîneya polîsên leşkerî hevjîna W.M a bi navê E.A tevî zaroka wan a 3 salî revandin. E. A û zaroka xwe bi hinceta danûstandina bi YPJ/YPG û tesfiyekirina çeteyan hatin revandin. Çeteyên polîsên leşkerî ew di dibistana Ticare ya li bajarê Efrînê de girtin.

NÊZÎKATIYÊN ÇETEYAN BI JINÊN REVANDÎ RE

Piştî dagirkirina Efrînê, çeteyên polîsa leşkerî dibistana Tîcare veguherandine cihekê ji bo îşkencekirina sivîlan û qetilkirina wan, bi taybet jî jin.

Çeteyên bi navên Ebû Heyder, Ebû Ereb, Ebû Ziyad û Ebû Sayir vê şaxê polîsa leşkerî ya li Efrînê bi rêve dibin. Di heman de sivîlan (jin-mêr-zarok) di lêpirsînê re derbas dikin. Ew her çar kes bi rêbazên xwe yên hovane yên li dijî sivîlan, bi taybet jinan têne naskirin.

Ebû Heyder û Ebû Ereb ji gundewarê Helebê ne. Xwedî dîrokek tarî ji kuştin, îşkencekirin û wêrankirina gelê Sûriyê, bi taybet Kurdan in.

Jinên ragirtî di wê girtîgehê de rastî cureyên îşkenceyênn cuda tên, mîna kehrebeyê, lêdana bi lûleyên avê, heqaret û sûcên derexlaqî tên.  

SERPÊHATIYA E. A Û ZAROKA WÊ YA BIÇÛK

Di 23`ê Hezîrana 2019`an de çeteyan jina bi navê E.A (27 salî) tevî zaroka wê ya 3 salî, ji mala wê ya li Efrînê revandin û birin şaxê polîsa leşkerî. E. A piştî ku salekî di girtîgehê de ma, karî bireve. Ev nêzî hefteyekê ye gihîştiye Herêma Şehbayê.

E.A dibêje: “Polîsa leşkerî bi awayekî hovane bêyî ku sedemê bizanibim, ez revandim. Di girtîgeha polîsa leşkerî (dibistana Tîcare) de çeteyan bi xertûmên avê li min xistin, gotinên nexweş û derexlaqî gotin. Her ku li min dixistin digotin tu bi YPG`ê re didî û distînî û agahî dixwestin.”

E.A behsa rêbazên lêpirsînê û îşkencekirina jinan a di lêpirsînan de kir û got: “Çeteyê bi navê Ebû Heyder ji min rêbazên danûstandina bi YPG`ê re pirs dikir û agahiyên ku ez ji wan re dişînim. Min bi neyînî dibersivand û min digot tu têkiliyên min bi kesekî re nîne, ez sivîl im. Ez bi kuştina zaroka min tehdîd dikirim. Yan jî wê hebên hişbirê bide zaroka min.”

E.A wiha domand: “Ebû Heyder gef li min dixwar û digot heger ez agahiyan nedim wî, dê destdirêjiyê li min bike û dîmenên min belav bike. Heman demê de ez bi kuştina keça min tehdît dikirim. Dema ku jinên din îşkence dikirin, bi zorê bi min didan temaşekirin. Ez û jinên din bi kehrebê û xurtûmên avê îşkence dikirin. Ez ji ber dîmenên îşkencê yên ku bi min didan temaşekirin, nexweş ketim.”

E.A asta hovîtiya çeteyên girêdayî bi Tirkiyê wiha vegot: “Piştî mehekê, girtîgehên şaxê tijî jinên revandî bûn. Di nav de jinên Kurd û jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn. Ew hemû bi hincetên cuda hatibûn girtin. Gelek jin di girtîgehên şaxê de nexweş ketin û dîn bûn. Ji ber belavbûna gemarê li her derê û tunebûna paqijiyê, nexweşiyên cuda belav dibûn. Çeteyan derzî û hebên hişbirê didan jinan da ku tiştên bi wan dikin, eşkere nekin. Ji  ber wê jin nexweş diketin. Di girtîgehan de jinên ducanî hebûn û di girtîgehan de zarok anîne. Di girtîgehan de ti pêdiviyên tenduristiyê yan jî cilên zarokan an jî şîr tune bûn. Ji ber îşkenceya dijwar, gelek jin û mêr mirin û dîn bûne. Her wiha gelek jin cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.”

E. A got: “Ez nêzî salekê di girtîgehên çeteyan de mam. Jinên girtî bang li Rêveberiya Xweser, YPJ û YPG dikin ku wan ji zulm û hovîtiya çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê xilas bikin.”

LI BERAMBERÎ 17 MILYON LÎREYÊN SÛRIYÊ SERBEST HATE BERDAN

E.A piştî ku bavê wê ji bilî ku 350 dolar dide çeteyan û 800 dolar dide parêzer, 17 milyon lîreyên Sûriyê wek fîdye dide ji bo ku E.A serbest were berdan. Piştî ku E.A tevî keça xwe, dayîka xwe ya ku 20 roj ji hêla çeteyan ve bi hinceta dan û standina bi Rêveberiya Xweser hatibû revandin û bavê xwe re berê xwe dan herêma Şehbayê.
 

Serepeyv