Tîrmeh 28, 2020 15:11 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê zeyta zeytûnan a Efrînê li Ewropayê difroşe

Dewleta Tirkiyê zeyta zeytûnan ku li Efrînê dizîne, li dewletên Ewropayê difroşe.

Rapora 27ê Tîrmehê ya Hawar Newsê (ANHA) nivîsiye: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku li herêma Efrînê zeyta zeytûnan dizîbûn û şandibûn Tirkiyê, niha bi rêya baziranan bi qaçaxçîtî dişînin dewletên Ewropayê."

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ji Almanyayê dane ANHA'yê, zeyta zeytûnên Efrînê ji aliyê bazirganên Tirk ên li dewletên Ewropayê ve bi taybet li Spanya, Bulgarîstan û Almanya tê firoatin û destnîşan kirin ku her 16 lître zeyt bi 110 Euro an ku 275 hezar lîreyên Sûrî difroşin.

Çavkaniyan  diyar kirin ku torên istixbaratî yên Tirkiyê yên li welatên Ewropî derbaskirina zeytê hêsan dikin û bi awayekî veşartî alîkariya bazirganan dikin da li gorî nirxê hatiye diyarkirin bifroşe Sûriyên li Ewropayê.

Li aliyekî din, şêniyên Efrînê diyar kirin  ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê piştî ku mewsimê zeytûna û zeyta wê talan kirin şêniyên din neçar kirin ku berhemên xwe bi erzan bifroşin baziragnaên girêdayî Tirkiyê û çeteyên wî. Şênî jî neçar man ku her tenekeyeke zeytê tenê bi 17 hezar lîreyên Sûrî bifroşin."
 

Serepeyv