4 nûnerên Kurd derbasî Parlimana Sûriyê bûn
Dora sêyem a Hilbijartina Parlimanî ya Sûriyê di halekî da hat lidarxistin ku çar nûnerên Kurd jî derbasî nav Parlimanê bûne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Dora sêyem a Hilbijartina Parlimanî ya Sûriyê di halekî da hat lidarxistin ku çar nûnerên Kurd jî derbasî nav Parlimanê bûne. Di halekî da ku hejmara 250
kursiyên vê parlimanê hene.
Hilbijartina Parlimanî ya Sûriyê ku bi boykota kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê roja 19ê Tîrmehê hat lidarxistin, bi serketina Bereya Neteweyî ya Pêşeng a Sûriyê ya ser bi Partiya Beisa vî welatî bi dawî bû û vê bereyê 117 kursî ji 250 kursiyên Parlimana Sûriyê bi dest xistin.
Li gorî nivîsîna Kurdistan24ê, di Hilbijartina Parlimanî ya Sûriyê da du nûnerên Kurd ji partiya serdest a Beisê û du nûnerên Kurd ji Partiya Komonîst karîne herin nav Parlimanê.
Rêjeya beşdariyê sedî 33.17 hatiye ragihandin.