Hêzên Rizgariya Efrînê: "4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn"
Hêzên nasyar bi "Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)": "HRE’ê daxuyand ku li gundê Sarîncekê yê girêdayî navçeya Bilbilê 3 çete hatin kuştin, her wiha li Ezazê jî di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin."
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Têkildarî çalakiyên ku li dijî Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê li herêmên dagirkirî hatine lidarxistin, "Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)" daxuyaniyeke da.
Daxuyanî wiha ye:
"Di roja 13’ê Tîrmehê hêzên me li gundê Sarîncekê ya navçeya Bilbilê (Herêma Efrînê) li hemberî navendeke çeteyan çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyan hinek gundî girtin û îşkence li wan kir. Di roja 20’ê Tîrmehê hêzên me li bajarê Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek bi navê 'Osama Hadme' a girêdayî koma 'Sultan Murad' hat kuştin. Giştî di van her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî brîndar bûn."