Tîrmeh 18, 2020 14:03 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mukurhatina Tirkiyê ku jinên DAIŞ' yên di kampa Holê de derivîne, daxuyanî da û got: "Tirkiye bi van kiryaran tevahî cîhanê dixe xeteriyê. Divê tevahî cîhan Tirkiyê berpirsê revandin û pêşwazîkirina DAIŞ'iyan bibîne."

 

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mukurhatinên Tirkiyê ku jinên DAIŞ'î yên di kampa Holê de direvîne, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê, derketina rêxistina DAIŞ û rêxistinên din ên tundraw ve, Tirkiye helw dide bi hemû rêbazan destekê bibe tororîstan, da ku li Sûriyê sûdê ji wan bigire. Ev destek bi pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî rêxistina DAIŞ'ê ya havîna 2015'an de eşkere bûn. Destpêkê Tirkiyê her tişt veşartî dikir, lê bi pêngavê re her tişt eşkere bûn. Asta îsrara Tirkiyê ji bo komeke tundraw, di serî de rêxistina DAIŞ'ê têk neçin, diyar bûn.

 

Bi hezaran delîlên pê bawer yên tevgera çûn û hatina tundrawan ji bo Sûriyê li gel hemû alî û hêzên aktîv ên Sûriyê hene. Her wiha bi hezaran belgeyên girêdayî têkiliyên bazirganî, pêşwazîkirina birîndaran tundrawan hene. Dîsa mukurhatinên kesên di destê Rêveberiya Xweser de têkiliyên xurt ên di navbera Tirkiyê û terorîstan de li Sûriyê piştrast dike. Ji bilî van jî bi navê artêşa Niştimanî şeklek nû da destekdayîna çeteyan. Ew li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirin. Eşkere raya giştî ya cîhanê dixapîne.

Di kampa Holê de bi hazaran jin û zarokên DAIŞ'î hene. Tirkiye bi domdarî hewl dide wan jinan ji kampê birevîne da ku wan wekî kaxezeke bi kar bînin ku cîhanê pê şantaj bike. Hemû hewldanên Tirkiyê têk çûn. Di dîroka 17`ê Tîrmeha 2020'an de Tirkiyê ragihand ku wan jinek Molodolvî tevî zarokên wê ji kampê rizgar kirine. Ev delîlekî xeter e, nîşan dide ku Tirkiye hertim hewl dide rihê DAIŞ'ê li herêmê zindî bike. Tirkiye dibêje ev kes bi zorê li kampê hatine asêkirin, eşkere radighîne ku divê endam û jinên DAIŞ'ê werin rizgarkirin.

Li kêleka van jî, hewldanên wê yên domdar hene ku endam û jinên DAIŞ'î bike hedef. Ev yek di hedefkirina kampa Eyn Îsayê, baregehên bicihkirina wan ên Kobanê û Cizîrê, eşkere dibin. Her wiha bi rêya ajanên xwe destekê dide îsyanên li girtîgehên endamên rêxistina DAIŞ'ê.

Tevî van rewşan, bi alîkariya îstîxbarata Tirkiyê jina DAIŞ'î gihaşt Tirkiyê, di îtîrafên gelekan de yên ku xwestin birevin û ji aliyê Tirkiyê ve hatin birevbirin derket. Eşkere ye ku îstîxbarata Tirkiyê kedeke mezin û desteka madî ya mezin di vê çarçoveyê de dide.

 

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevaî cîhanê dikin ku Tirkiyê berpirsê revandin û pêşwazîkirina endamên rêxistina DAIŞ'ê û destekdayîna wê ya eşkere û veşartî bi şaneyên li herêmê bibîne. Em teqez dikin ev kiryar yek ji hewldanên ku Sûriyê, herêmê û cîhanê bixe xeteriya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê. Her wiha ev destek xebatê koalîsyona navneteweyî ya bi Hêzên Sûriya Demokratk şîrik e dikeve hedef. Divê her kes vê zanibe û sînorekî ji dewleta Tirkiyê re deyne ku bi van kiryaran xeteriyeke mezin li ser ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê çêdike."

Serepeyv