Tîrmeh 13, 2020 13:37 Asia/Tehran

Rêxistina bi navê "Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand: "Nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr e. Armanc jê destkeftiyên ku hêzên me bi fedekariyên ciwan û şehîdan, li dijî terora cîhanî bi dest xistine ji holê rakin."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rêxistina bi navê "Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên derbarê biçekirina zarokan de û wiha ragihand: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye, pêk tîne.”

Di daxuyaniya  "Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" de ev tişt hatin gotin:

"Careke din dezgehên çapemeniyê yên ji bo qezenckirina pereyan dixebitin nûçeyên ne rast belav dikin û tewanên derewan li dijî Rêveberiya Xweser û saziyên wê nîşan didin. Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike ku ew rêzê ji hevpeymanên navnetewî û pîvanên qanûna navnetewî ya mirovî digire. Di heman demê de îdiyên qaşo Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav dike, derew dizanin.

Têkildarî mijara biçekkirina zarokan, em ji raya giştî re piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye pêk tîne. Ji wan hevpeymana ku di 29`ê Hezîrana 2019`an de bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re îmze kiriye, ku teqeziyê bi bidawîkirin û qedexekirina biçekkirina zarokan dike.

Em Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku nûçeya der barê biçekkirina zarokan de,  ji rastiyê dûr e û jiholêrakirina destkeftiyên ku hêzên me li dijî terora cîhanî bi dest xistine û fedekariyên ciwan û şehîdên me, armanc dike.

Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qanûna erka xweparastinê heye, ku madeya 14`an a qanûnê erka leşkertiyê li ciwanên di bin 18 saliyê re qedexe dike.

Saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziya leşkerî di nav de, hemû sîstem û qanûnên navnetewî bi cih tîne. Di demekê de ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê zarokên Sûriyê dişînin mirinê li Lîbyayê û rewşa malbatên wan a aborî bi kar tîne. Qaşo yên xwe wekî alîgirên mafên mirovan bi nav dikin li şûna ku van kiryaran eşkere bikin, derew û tewanbariyên belav dikin."

 

Serepeyv