Berteka Pûtîn derbarê gurrbûna kêşeyan navbera Rûsiye û Tirkiyê li Idliba Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313710-berteka_pûtîn_derbarê_gurrbûna_kêşeyan_navbera_rûsiye_û_tirkiyê_li_idliba_sûriyê
Serokomarê Rûsiyê wek berteka derheqê gurrbûna kêşeyan navbera Rûsiye û Tirkiyê derbarê Idliba Sûriyê destnîşan kir ku Moskovayê dil tune ku bi ti welatekî ra têkeve şêrr.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2020 12:25 Asia/Tehran
  • Berteka Pûtîn derbarê gurrbûna kêşeyan navbera Rûsiye û Tirkiyê li Idliba Sûriyê

Serokomarê Rûsiyê wek berteka derheqê gurrbûna kêşeyan navbera Rûsiye û Tirkiyê derbarê Idliba Sûriyê destnîşan kir ku Moskovayê dil tune ku bi ti welatekî ra têkeve şêrr.

Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê di gotûbêja digel ajansa Tasê ra got: Moskova li dû rewşekê ye ku ti welatek li pey şerê digel Rûsiyê nebe.

Ev gotinên Pûtîn li pey gurrbûna kêşeyan navbera Moskova û Enqerê li ser Idliba Sûriyê hatin hilêxistin.

Dewama pêşdaçûna artêşa Sûriyê bi mebesta azadkirina dawîn barergeha sereke ya têrorîstan li parêzgehên Idlib û Helebê, kêşeya leşkerî navbera Enqere û Şamê zêde kiriye.

Tirkiye ku li dijî vê pêşdaçûnê ye, beşeka axa Sûriyê dagîr kiriye û pişta çeteyan digire.

Şamê destnîşan kiriye ku dê rê nede ku Enqere pişta têrorîstan bigire.

Ev karê Enqerê tûşî berteka Rûsiyê bûye ku li ser vexwendina fermî ya Şamê, pişta artêşa Sûriyê jibo serkutkirina komên têrorîst digire.