Artêşa Sûriyê 4 firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê xistin xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313695-artêşa_sûriyê_4_firokeyên_bêpîlot_ên_tirkiyê_xistin_xwarê
Bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê roja Yekşemiyê 4 firokeyên bêfirkevan ên leşkjerî yên Tirkiyê li Idlibê anîn xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2020 05:13 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê 4 firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê xistin xwarê

Bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê roja Yekşemiyê 4 firokeyên bêfirkevan ên leşkjerî yên Tirkiyê li Idlibê anîn xwarê.

Li gorî rapora Fars Newsê, li gorî SANA Newsê, Bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê li dijî van firokeyan li esmanê Hemahê jî çalak bûye.

Hevdem digel gurrbûna kêşeyan navbera artêşa Sûriyê û çekdarên Tirkiyê û têrorîstêmn bin sîvana iştevaniya Enqerê li parêzgeha Idlibê, duh nîvro çavkaniyekî li Wezareta Berevaniyêya Sûriyê ragihand ku esmanê Idlibê wek navçeya girtî ya leşkerî hatiye ragihandin.

Operasiyopna artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li Idlibê ku dawîn baregeha komên têrorîst li Sûriyê tê zanîn, bûye sebeb Tirkiye berteka nerênî nîşan daye û li pey hev gefan li Sûriyê dixwe.

Tirkiye ji piştevanên sereke yên komên çete û têrorîst li Sûriyê ye.

Artêşa Tirkiyê di hefteyên dawî da bi rasta piştevaniya ji çeteyan, bi caran baregehên artêşê û binavahiyên Sûriyê li Idlibê dane ber êrîşê.

Tirkiyê niha hin deverên bakurê Sûriyê dagîr kirine.

Di heyama 3 salên bihurî da, artêşa Sûriyê bi caran destdirêjiya ser axa Sûriyê kiriye.