Di teqîna erebeya bombebarkirî li bakurê Sûriyê heşt kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310185-di_teqîna_erebeya_bombebarkirî_li_bakurê_sûriyê_heşt_kes_hatin_kuştin
Ji ber teqîna erebeyeka bombebarkirî li gunekî navçeya Girê Sipî li bakurê Sûriyê, heşt kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 05:36 Asia/Tehran
  • Di teqîna erebeya bombebarkirî li bakurê Sûriyê heşt kes hatin kuştin

Ji ber teqîna erebeyeka bombebarkirî li gunekî navçeya Girê Sipî li bakurê Sûriyê, heşt kes hatin kuştin.

Ji be vê teqînê hejmareka welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Ev di rewşekê da ye ku Tirkiye îdia dike PKK û YPG berpirsê vê teqînê bûne.

Roja Îniyê jî ji ber teqîna erebeyeka bombebarkirî li Helebê şeş kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Bi pêşdaçûna artêşa Sûriyê li bakurê vî welatî kiryarên têrorîstî li van navçeyan jibo bêbandornîşandana serketinên artêşa vî welatî zêdetir bûne.

Piştî destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê di 9ê Cotmeha 2019an da, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) (Kurdên Sûriyê) ji dewleta vî welatî xwestin ku kontrola navçeyên bakurê Sûriyê bigire destê xwe. Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyê heta niha kontrola gellek gund û deverên bakurê vî welatî bi dest xistiye.