Teqîna terorîstî li Qunîtereya Sûriyê: Gelek kuştî û birîndar hene
Tesrîn 03, 2017 16:54 Asia/Tehran
Herî kêm di encama teqîna terorîstî li parêzgeha Qunîtereyê ya Sûriyê 9 kesên sivîl can dan û 32 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a SANA ya Sûriyê ragihand ku grûpa terorîstî ya Bereya El-Nusre îro makîneke bombebarkirî li bajarokê Hezer ya parêzgeha Qunîtereyê li başûra Rojavayê Sûriyê teqand ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn ku rewşa gelek ji wan xeder e
Hat ragihandin ku ev trombêla bombebarkirî ji aliyê devera El-Telûl El-Hemer (Girên Sor) li ser sînorê Filistîna Dagîrbûyî derbasî bajarokê El-Hezer bûye. Hin gundên parêzgeha Qunîtereyê li destê terorîstên Bereya El-Nusreyê ne û Rejîma Siyonîstî jî piştgiriya van terorîstan dike.