Xalid Îsa: Kurdên Sûrîyê jibo muzakirên Astanê nehatine vexwendinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/siyasî-i250609-xalid_Îsa_kurdên_sûrîyê_jibo_muzakirên_astanê_nehatine_vexwendinê
Partîya Yêketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ragihand ku jibo muzakirên aştîyê yên li Astanê nehatîye vexwendinê û ihtimal heye bi hegera vêto û neyarîya hin alîyan gazî vê partîyê nekin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2017 12:45 Asia/Tehran
  • Xalid Îsa: Kurdên Sûrîyê jibo muzakirên Astanê nehatine vexwendinê

Partîya Yêketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ragihand ku jibo muzakirên aştîyê yên li Astanê nehatîye vexwendinê û ihtimal heye bi hegera vêto û neyarîya hin alîyan gazî vê partîyê nekin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, rayedarekî Partîya Yekitîya DÊmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ragihand ku ev partîya jibo muzakirên aştîya Sûrîyê ku biryar e li Astaneya Qazaqistanê bên lidarxistinê, nehatîye vexwendinê.

Xalid Îsa yek ji rayedarên PYD`ê di vî warî wiha got: `` Gazî me nekirine. Hitimal heye gazî me nekin jî. Mesele tam zelal e. Wer xûya dike hin alî pişkdarîya me vêto bikin. Ne PYD`ê û ne jî baska serbazî ya me li wan muzakireyana pişkdar nabin.

Yek ji dijberên pişkdarîya kurdên Sûrîyê li muzakirên aştîya Sûrîyê hertim Tirkîye bûye.

Xalid Îsa herwiha got: Jibo lihevkirineke tam divê kurd jî bo muzakireyan bên gazîkirinê, ji me ra gotine ku tenê hejmareke komên çekdar yê pişkdar bibin, ne komên sîyasî.