-
Ebûbekr Bexdadî bi hevkariya kurdan û Emerîkayê hat kuştin
Çirî 27, 2019 08:49Rayedarên kurd ên Sûriyê dibêjin: Ebûbekir Bexdadî serokê DAIŞ`ê li operasyona hevpar a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên emerîkî hatiye kuştin.
-
Berdewamiya şandina çekan û amûrên cengê ji aliyê Amerîkayê bo nav Sûriyê berdewam dike
Çirî 27, 2019 11:47Tevî îdiaya Amerîkayê derheq derketina vî welatî ji Rojhilata Navîn bi taybet ji Sûriyê, çavkaniyên welatên rojavayê dibêjin Amerîka dixebite hêzên xwe li devera hîn jî bi hêz bike.
-
Hêzên Artêşa Sûriyê derbasî gundên Serê Kaniyê bûn
Çirî 27, 2019 09:49Di çarçoveya rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel hikûmeta Sûriyê, hêzên artêşa Sûriyê li gelek deverên sînor ên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bicîh bûn. Îro hêzên hikûmetê careke din li 8 gundên ser bi Til Temir û Serê Kaniyê bicîh bûn.
-
Mezlûm Kobanî: Em jî beşdarî operasiyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûn
Çirî 27, 2019 09:39Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand, ew jî beşdarî operasiyona kuştina xelîfê koma terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bûne.
-
Newsweek: Ebûbekir Bexdadî hat kuştin
Çirî 27, 2019 07:47Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji Koşka Spî re ragihandiye ku di operasyoneke gelekî taybet a Amerîkayê de li Idlibê ku ketiye bakura Rojavaya Sûriyê, serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.
-
Têrorîstên ser bi Tirkiyê ve endamên tîmeke tenduristiyê li Serêkanîyê kuştin
Çirî 26, 2019 14:41Têrorîstên ser bi Tirkiyê 3 endamên tîmeke tenduristiyê li Serêkanîyê kuştin.
-
Operasiyona berfireh a artêşa Sûriyê dijî têrorîstan li derdora Laziqiyê
Çirî 26, 2019 14:32Hêzên artêşa Sûriyê operasiyoneke berfireh li dijî baregehên têrorîstan li derdora bakurî ya Laziqiyê dest pê kirin.
-
Rexneya Misrê ji destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê
Çirî 26, 2019 14:07Wezîrê karên derve yê Misirê ji destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê rexne kir.
-
Têrorîstên ser bi Tirkiyê mal û milkê Kurdan li Serêkanîyê talan dikin
Çirî 26, 2019 13:55Li Sêrê Kaniyê piştî vekişîna hêzên Kurd û derbasbûna têrorîstên ser bi Tirkiyê talankirina mal û milkên Kurdan dest pê kiriye û ew têrorîstana mal û milkên welatiyên Kurd talan dikin û herwiha malên Kurdan zevt dikin. Dayra Rêveberiya Xweser a bakura Sûrîyê jî ragihand ku wan babetana bibelge raberî Dadgeha Navnetewî Civata Ewlehîyê ya NY dike.
-
Karwanekî hêzên amerîkî derbasî navçên Kurdnişîn ên Sûrîyê bû
Çirî 26, 2019 13:53Karwanekî Hêzêke leşkerî yê Amerîkayê bera xwe da deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê.