Karwanekî hêzên amerîkî derbasî navçên Kurdnişîn ên Sûrîyê bû
Çirî 26, 2019 13:53 Asia/Tehran
Karwanekî Hêzêke leşkerî yê Amerîkayê bera xwe da deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê.
Karwanekî leşkerî yê hêzên amerîkî ku ji 13 wesayîtan pêk dihat ji derîyê sînorî yê Sêmalka ve derbasî deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê bûye û li herêma Rimêlanê ku 1322 bîrên petrolê li wê deverê hene, bicih bûye.
Herwiha tê gotin ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Dêre Zorê ku kêlgehên stratejîk ên weke Ammar, Telef û Conoco lê hene, zêde bike.
2 rojan ber berî niha jî Pentagonê ragihand ku ew amadekariyan dike ku ligel hejmareke zêde ya çekên giran û 30 tankên Abrams, 500 leşkeran bişîne bakur rojhilatê Sûriyê bo parastina bîrên petrolê.