Rexneya Misrê ji destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Misirê ji destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê rexne kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Samih Şukrî, Wezîrê karên derve yê Misirê di axaftinekê di civîna Tevgera Qeydnenasan li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê êrîşa ya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, wek dagîrkerî û Destdirêjî bi nav kir.
Wezareta karên derve ya Misirê îro anku Şemiyê di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ji zarê Şukrî nivîsî: "Ev operasiyona leşkerî qanûnên navneteweyî û usûlên ku Tevgera Qeydnenasan lis er esasa wê hatiye damezirandin, binpê dike. Loma hêzên çekdar divêherî zûtir bakurê rojhilata Sûriyê biterikînin."
Wezîrê karên derve yê Misirê her wiha daxwaza destpêbûna lezgîn a pêvajoya siyasî jibo çareserkirina qeyrana bakurê Sûriyê li ser esasa biryarnameya 2254ê ya NY kir.