Operasiyona berfireh a artêşa Sûriyê dijî têrorîstan li derdora Laziqiyê
Çirî 26, 2019 14:32 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Sûriyê operasiyoneke berfireh li dijî baregehên têrorîstan li derdora bakurî ya Laziqiyê dest pê kirin.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya ElNeşreyê, Hêzên artêşa Sûriyê di vê operasiyonê da bi bikaranîna topxaneyê baregehên têrorîstan li navçeyên cûrbicûr ên dorhêla Laziqiyê li bakurê rojavaya vî welatî dane ber êrîşê ku di encamê da hejmareke têrorîstan hatine kuştin an birîndar bûn.
Hêzên artêşa Sûriyê dil hene ku bi pêkanîna vê operasiyonê vê navçeyê jibin dagîrkeriya têrorîstan rizgar bikin.