-
Jinek a di girtîgehên çeteyên girêdayî bi Tirkiyê de mayî, qala hovîtiya çeteyan dike
Tîrmeh 30, 2020 01:30Jina bi navê E. A û zaroka xwe ya 3 salî ji beriya salekî ji aliyê çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin. E. A serpêhatiya xwe û çarenûsa hevjînê xwe yê ji aliyê istixbarat Tirkiyê ve hatiye revandin vegot.
-
Ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê "Rêveberiya Xweser" biryarên nû dan
Tîrmeh 29, 2020 14:17"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li gorî biryara 86`an 10 roj qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir. Destpêkirina pêkanîna biryarê ji rêveberiya herêma Cizîrê re hişt.
-
QSD û Koalîsyona Navnetewî kongreyeke çapemeniyê lidar xist
Tîrmeh 29, 2020 06:41QSD û Koalîsyona Navnetewî, têkildarî encamên operasyonên qonaxa duyamîn a Pêngava Tinekirina Terorê ya li gundewarê Dêrazor û Hesekê kongreyeke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
-
ANHA: 'Artêşa Tirkiyê çeteyên Sûriyê ber bi Komara Azerbeycanê ve dişîne'
Tîrmeh 29, 2020 05:44"Çavkaniyên taybet ji hundirên bajarê herêma Idlibê ya dagirkirî diyar kirin ku dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê amade dike da ku wan bişîne Komara Azerbeycanê."
-
Artêşa Tirkiyê û koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" êrîşî ser Zîrgana Serîkaniyê kirin
Tîrmeh 28, 2020 10:43Konseya Leşkerî ya Zîrganê qala êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Zîrganê û hewildana çekdarên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" jibo derbasbûna bo vê navçeyê kir.
-
Dewleta Tirkiyê zeyta zeytûnan a Efrînê li Ewropayê difroşe
Tîrmeh 28, 2020 10:41Dewleta Tirkiyê zeyta zeytûnan ku li Efrînê dizîne, li dewletên Ewropayê difroşe.
-
Li Sûriyê hejmara nexweşên Covid-19 bû 674
Tîrmeh 28, 2020 10:39Hate ragihandin ku li Sûriyê 24 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 2 kesên din jî mirin.
-
Ji ber êrîşa Tirkiyê ser Minbicê 6 endamên malbatekê hatin qetilkirin
Tîrmeh 28, 2020 10:36Hawar News: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundewarên rojava û bakurê rojavayê Minbicê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Di êrişa Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de 6 sivîl şehîd bûn."
-
Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê pêk hat
Tîrmeh 27, 2020 09:23Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.
-
SOHR: Li Idlibê di teqînê de bi kêmanî 15 kes birîndar bûn
Tîrmeh 27, 2020 03:58SOHR, ragihand ku li pêşiya dikaneke firotina çekan a li sûka gel a bajarê Idlibê teqînek rû da. Di encamê de bi kêmamî 15 kes birîndar bûn.