Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318082-li_rojavayê_kobanê_dewriyeya_rûsya_tirkiyê_pêk_hat
Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2020 09:23 Asia/Tehran
  • Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir. Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

Tê payîn ku dewriye li gundên Cibinê, Cib Ferec, Qewlê, Sosan, Sifitek, Boban, Qeran û Carqelê bigere û dîsa vegere gundê gundê Aşmê