-
Li Sûriyê teqîn: Generalekî Rûsî hat kuştin
Tebax 19, 2020 01:45Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di teqîna li herêma Dêrazorê de generalekî ji artêşa wî welatî canê xwe ji dest da. Mayînek bi karwanê Rûsî de teqiya dema ku ji karekî xêrxwazî vedigeriyan.
-
Du teqînên giran li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî qewimîn
Tebax 18, 2020 15:34Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.
-
Çekdarên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên efrînî revandin
Tebax 18, 2020 15:27Mîlîtanên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên sivîl ji wan du jin li du gundên herêma dagîrkirî ya Efrînê revandin.
-
Navenda fermandetiya têrorîstan li Idliba Sûriyê hat jinavbirin
Tebax 18, 2020 14:45Balefirên şêrr ên Artêşa Sûriyê Navenda fermandetiya têrorîstan li Idlibê ji nav bir.
-
Heleba Sûriyê - Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 6 kes bi Koronavîrusê ketin
Tebax 18, 2020 14:38Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Koronavîrusê ketine. Her wiha bang li şêniyan kir ku divê tedbîrên xweparastinê pêk bînin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Koronavrîusê ketin
Tebax 18, 2020 14:30Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine.
-
SOHR: "Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê"
Tebax 17, 2020 22:37Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir bigire.
-
Dema 4 rojan e av li ser Hesekê hatiye qutkirin
Tebax 17, 2020 08:36Rêveberiya Avê li Hesekê ragihand, eva 4 roj in grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve careke din ava wêstgeha Elok qut kirine û niha pirsgirêka kêmbûna avê li bajarê Hesekê mezintir bûye.
-
Rêxistineke hiqûqî: Rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê berdewam in
Tebax 17, 2020 04:13Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê belge kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên artêşa Tirkiyê bînin. Rêxsitinê diyar kir ku li gel berdewamiya sûcan, guhertina demografî didome.
-
Amerîka 2200 hêzên HSD'ê ji hêla leşkerî va fêr dike
Tebax 16, 2020 13:35Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin sserdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.