-
Şandeya MSD’ê li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Rusyayê li Moskowayê ye
Tebax 30, 2020 04:48Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê berê xwe da Moskowayê. Endamê şandeyê da zanîn ku wê şande li Rusyayê beyanameyek bi Partiya Vîna Gel re îmze bike.
-
EL-EREB: Nakokiya Rûsya û Amerîkayê agirê rageşiyan li rojhilata Sûriyê gur dike
Tebax 30, 2020 05:59Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir, jê ya herî girîng rageşiya di navbera Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê de ye. Di vî warî de rojnama El-Ereb a Qeterê wiha nivîsî: “Duh Rûsyayê got Amerîka berpirsa bûyera ku hefteya borî li rojhilatê Sûriyê rû da, ye.”
-
Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 11 welatiyên kurd revandin
Tebax 29, 2020 18:59Çekdar û çeteyên Tirkiyê, 11 welatiyên Kurd ji 3 gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê revandin. Grûpek jî ji 20 rojan ve darên daristanên 2 gundan qut dikin.
-
Li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê 19 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir
Tebax 29, 2020 15:03Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên têkildarî coronavîrusê belav kirin û ragihand, di 24 saetên bihorî de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî bi COVID-19 ketine.
-
Leşkerên Tirkiyê ji gundên Efrînê gelek sivîl revandin
Tebax 29, 2020 07:34Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirkiyê ya ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye, komek sivîl ji gundên kantona Efrînê revandine.
-
‘Qutkirina avê li ser Hesekê sûcek e li dijî mirovahiyê’
Tebax 29, 2020 04:24Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El- Yusif got: “Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê av li ser Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê qut kirine. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest helwestek cidî nîşan bidin, ji bo ku kiryarên dewleta Tirkiyê rawestînin.”
-
Amerîkayê ji Rûsyayê daxwaz kir li Sûriyê neyên hember hev
Tebax 28, 2020 11:12Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin. Ev jî piştî wê yekê ye ku çend roj berê li bakurê Sûriyê di navbera leşkerên Amerîkayê û Rûsyayê de alozî çêbûbû.
-
Civînên komîteya destûrê berdewam dikin
Tebax 28, 2020 05:57Nûnerê NY'yê yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pederson duh ragihand: Civînên komîteya destûra bingehîn îro(pêncşemê) piştî nîvro dewam dikin.
-
Dewriyeya Rûsya û dewleta Tirkiyê li rojavayê Kobanê dest pê kir
Tebax 27, 2020 14:25Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Artêşa Tirkiyê dest bi dewriyeyeke hevbeş li rojavayê bajarê Kobanê li sînorên Sûriyê û Tirkiyê kir.
-
Almanya: Divê Yewnanistan û Tirkiye keştiyên xwe ji Deryaya Spî bikişînin
Tebax 27, 2020 14:25Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas tekez kir ku divê Yewnanistan û dewleta Tirkiyê keştiyên xwe ji rojhilatê Deryaya Spî bikişînin.