-
Şaneya Aloziyê dê ji sibê ve qedexeya derketina derve ya li herêma Cizîrê rake
Tebax 27, 2020 05:35Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku qedexeya derketina derve dê ji sibê de bi temamî rabe. Şaneyê diyar kir ku divê welatî tedbîrên xweparastina ji KoronaVîrûsê bigirin.
-
Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine
Tebax 27, 2020 10:04Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" daneyên KoronaVîrûsê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine.
-
Pêgiriya Bişar Esed û Falih Feyaz li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîsmê li navçeyê
Tebax 26, 2020 16:27Serokomarê Sûriyê û Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê li ser girîngiya têkoşîna dijî têrorîsmê û hevkariyên aborî û ewlehiyê pêgirî kir.
-
Sûriye; Li Reqayê goreke din a komî ya qurbaniyên DAIŞ’ê hate dîtin
Tebax 26, 2020 16:18Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê li rojavayê Reqayê goreke din a komî dît. Gora komî bi piranî ji cenazeyên jinên di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatine qetilkirin, pêk tê û nasnameyên wan ne diyar in.
-
Bakurê Sûriyê; Li Efrîna dagîrbûyî 3 ciwan hatin revandin
Tebax 26, 2020 16:16Hêzên Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê piştî serdegirtina malan, 3 ciwan ji gundên Efrînê revandin.
-
SOHR: "Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê şûnwarên Efrînê yên dîrokî wêran dikin"
Tebax 26, 2020 16:10SOHR’ê diyar kir ku çeteyên Dewleta Tirkiyê lêkolînkirina li cihên dîrokî yên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştî wêrankirin û kolandina cihên şûnwarî û olî, didomînin.
-
26ê Tebaxê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 26, 2020 09:45Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" eşkere kir ku 31 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine, her wiha ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, yek mir û yek jî baş bûye.
-
Ji "Weqfa Jinan a Azad" însiyatîfa klînîka gerok
Tebax 25, 2020 20:14"Weqfa Jinan a Azad" a Sûriyê bi armanca pêşkêşkirina desteka tenduristî ji şêniyên gund û koçberên di nav kampan de, însiyatîfek pêşkêş kir û li gorî wê klînîkeke gerok bi navê Arî amade kir.
-
Daxuyaniya hevpar a Îran, Rûsiye û Tirkiyê û şermezarkirina êrîşên Rêjîma Siyonîst ser Sûriyê
Tebax 25, 2020 19:57Nûnerên Îran, Rûsiye û Tirkiyê, êrîşên Rêjîma Siyonîst li ser Sûriyê û girêbesta neftî ya kompaniyeke amerîkî digel Kurdên Sûriyê şermezar kirin.
-
Ji ber qutkirina avê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, şandeyeke UNICEF’ê serdana Hesekê kir
Tebax 25, 2020 11:52Bi armanca şopandina rewşa avê li Hesekê piştî ku Dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê stasyona avê ya Elokê da sekînandin, şandeyek ji rêxistina UNICEF’ê serdana stasyona Hemê ya Herêma Hesekê kir û ji nêz ve şopand.