-
Çalakiya "Wêje berxwedan e" li bajarê Hesekeyê hat lidarxistin
Çile 31, 2021 02:22Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê- Nivîsgeha Hesekê di çalakiyek wêjeyî de bang li her kesek kir erka xwe bi cih bînin û li hember dagirkeriyê rabin.
-
Bakurê rojhilata Sûriyê - Li Qamişloyê bombeyeke destan hate teqandin
Çile 31, 2021 05:51Kesên nenas li nêzî rawestgeha sotemeniyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê bombeyeke destan avêtin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
-
Di encama teqîna Efrînê 6 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn
Çile 30, 2021 19:54Li Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê teqîneke mezin çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê 6 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûn.
-
Li Efrînê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene
Çile 30, 2021 19:25Li nava bajarê kurdên Sûriyê Efînê ku Tirkiyê û çeteyên wê eva 6 sal in ew dagir kirine teqîneke bihêz pêkhat û kuştî û birîndar hene.
-
NY daxwaz ji welatên cîhanê dike zarokên li Kampa Holê li Sûriyê werbigirin
Çile 30, 2021 10:41Du berpirsên rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz ji welatên cîhanê dikin wan zarokên çekdarên DAIŞê yên li kampên di bin kontrola HSDê de werbigirin.
-
Êrişa topxaneyî ya Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakurê Eyn Îsayê
Çile 30, 2021 07:40Çavkaniyên sûrî duh êvarê ragihandin ku topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser bajarokê Eyn Îsa û gundên wê li bakura parêzgeha Reqeyê ya Sûriyê zêde bû.
-
Pedersen li ser civînên "Komîteya Destûrî: Bê hêvî bûn
Çile 30, 2021 05:55Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen li ser encamên tûra pêncemîn a civînên "Komîteya Destûrî" got, bê hêvî bûn.
-
Sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê di civîna Jenevê da li hev kirin
Çile 29, 2021 08:30Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê di gotûbêjên Jenevê da derbarê hin mijarên têkildarî Pêvajoya Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê li hev kirin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber koronayê jiyan xwe ji dest da
Çile 29, 2021 05:48Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
-
Bakûrê Sûriyê - 40`emîn Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat
Çile 28, 2021 11:14Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirkiyê vê sibehê li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş meşand. Ji dema pêkanîna peymana Soçiyê de, ev dewriyeya hebeş a 40`emîn e.