Îranê hevxemîya xwe tev malbatên gorîyên lehîya Nepalê dîyar kir
Tebax 28, 2026 16:36 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hevxemîya xwe tev malbatên gorîyên lehîya Nepalê dîyar kir.
Di encama rabûna lehîyeke giran u qelişîna erdê li welatê Nepalê da bi sedan kesî can da u gellek bêseruşûn bûne u gelek binesazî u mal jî wêran bûne.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê xwe şirîkê xema gel u dewleta Nepalê nemaze malbatên gorî û bêseruşûnbîyên ji ber vê lehîyê zanî u ji bo birîndaran jî şifa u tenduristî hêvî kir.
Li gorî ragihandina polîsê Nepalê, di encama rabûna lehîyê da li vî welatî, zêde ji 500 kesî can daye û zêde ji 900 kesî jî hela bêseruşûn in.