Bakûrê Sûriyê - 40`emîn Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323598-bakûrê_sûriyê_40_emîn_dewriyeya_rûsya_tirkiyê_li_rojavayê_dirbêsiyê_pêk_hat
Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirkiyê vê sibehê li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş meşand. Ji dema pêkanîna peymana Soçiyê de, ev dewriyeya hebeş a 40`emîn e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 11:14 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê - 40`emîn Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirkiyê vê sibehê li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş meşand. Ji dema pêkanîna peymana Soçiyê de, ev dewriyeya hebeş a 40`emîn e.

Dewriyeya hevbeş ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir. Dewriye ji 5 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên artêşa Tirkiyê pêk hat.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê yên Şêrik, Delîk, Melek, Ebbas, Aliye, Îbrahîmiyê, Erade, Hilêwa, Feqîra, Kesra û Dehir El-Ereb re derbas bû. Piştre erbeyên artêşa Tirkiyê vegerîn xaka Tirkiyê û panzêrên Rûsyayê vegerîn baregeha xwe ya li bajarê Qamişloyê.