-
Sûriye; Rêxistina 'The Tablet' guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî belge kir
Çirî 30, 2021 07:14Rêxistina 'The Tablet' têkildarî guhertina demografiyê ku dewleta Tirkiyê li herêmên Sûriyê pêk tîne, raporek weşand.
-
Artêşa Tirkiyê bakurê Sûriyê topbaran dike
Çirî 29, 2021 19:42Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi giranî bkura Sûriyê ji wan gundê Rebîhat ê bajarokê Zirganê topbaran dikin.
-
Rojnama El-Ereb: ‘Eman dergeha Şamê ya normalîzekirina têkiliyên bi welatên ereban re ye’
Çirî 29, 2021 17:11Rojnama El-Ereb çapa Londonê têkildarî rewşa Sûriyê nivîsiye: “Ji bo vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban û bi pê re normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, Urdunê tevgerên xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde kirine. Şîrovekar destnîşan dikin ku gelek welatên Ereban hewl didin dîsa têkiliyên bi hikûmeta Beşar El-Esed re vegerînin.
-
Beşar Esed derbarê leşkeriyê de fermanek derxist
Çirî 29, 2021 08:04Serokomarê Sûriyê Beşar Esed fermanek îdarî derxist ji bo bidawîkirina ragirtin û gazîkirina efserên rezerv, efserên asayî û karmendên reserve di artêşa wî welatî de.
-
Tirkiye bi sedan serbazên xwe û çete li bakurê Sûriyê belav dike
Çirî 28, 2021 11:55Medya Cîhan û herêmê ragihand ku Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe û çeteyên girêdayiyê xwe li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî bi cih kirin.
-
Çeteyên ser bi Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin
Çirî 28, 2021 05:45Çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyê ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe kirine , li Efrînê 5 kesên sivîl revandin, di nava wan de 2 jin hene.
-
Karwanê amûrên leşkerî yên Tirkiyê derbasî derdora Idlibê bû
Çirî 27, 2021 16:50Koma Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala derbasbûna alavên leşkerî yên Tirkiyê bo derdora Idlibê û bicihbûna ewlehiyê ya kêmdîtî li vê navçeyê kir.
-
Kombûna nerazîtiyê ya sûriyan ji bo nîşandana dijayetiya xwe di gel hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakurê vî welatî
Çirî 26, 2021 17:25Şêniyên navçeyên bakurê Heleba Sûriyê kombûn itirazê ji bo nîşandana dijayetiya xwe di gel hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakurê vî welatî li dar xist.
-
Bakurê Sûriyê; Zanîngeha Kobanî amadekariya derçûna 640 xwendekarî dike
Çirî 26, 2021 07:24Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piştî 4 salan ji xwendinê xwendekarên beşa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Enstîtuya Tenduristiyê vebû
Çirî 26, 2021 07:16Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Peymangeheke Tenduristiyê (Health Institute) li Hesekê bi merasîmekê vekir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yekemîn peymangeha tenduristiyê ye ku tê vekirin. Peymangeh ji bo gihandina xebatkarên tenduristiyê dê dersê bide û di 2 salan de wan mezûn bike.