Karwanê amûrên leşkerî yên Tirkiyê derbasî derdora Idlibê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329666-karwanê_amûrên_leşkerî_yên_tirkiyê_derbasî_derdora_idlibê_bû
Koma Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala derbasbûna alavên leşkerî yên Tirkiyê bo derdora Idlibê û bicihbûna ewlehiyê ya kêmdîtî li vê navçeyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2021 16:50 Asia/Tehran
  • Karwanê amûrên leşkerî yên Tirkiyê derbasî derdora Idlibê bû

Koma Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala derbasbûna alavên leşkerî yên Tirkiyê bo derdora Idlibê û bicihbûna ewlehiyê ya kêmdîtî li vê navçeyê kir.

Rojanmeya Ray El-Yewmê nivîsî: Koma Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja Çarşemiyê qala derbasbûna zêde ji 200 erebeyên leşkerî yên Tirkiyê ji derbasgeha sînorî ya Xerbe el-Cozê li derdora rojavayî ya Idlibê û bicihbûna wan li navçeya Cebel El-Zaviyeyê ya vê parêzgehê kir.

Li gorî vê raporê, Bi derbasbûna vî karwanê leşkerî, heta niha zêde ji 555 erebe û kamiyonên leşkerî yên hilgirê çekên giran ên topxaneyî û tankên Tirkiyê derbasî navçeyekê bûne ku serokomarên Rûsiye û Tirkiyê dawiya Îlona 2021ê li ser wê li hev kirin.