Gerr û tevgera leşkerên siyonîst li başûrê Sûriyê didome
Tesrîn 28, 2026 17:10 Asia/Tehran
Çavkanîyên sûrî qala liv û tevgerên nû yên Rejîma Siyonîst li başûrê Sûriyê kirin.
Leşkerên dagirker bi girtina dawîya rêya ber bi Bendava El-Mentereyê bi têla strî, destdirêjiyên xwe li derdora Quneytereyê berdewam dikin. Berî vê jî leşkerên siyonîst êriş kiribûn ser hejmarek malan li gundê Rûyhîneyê li derdora navendî ya Quneytereyê û ew dabûn ber lêgerrînê. Hatiye gotin ku Rejîma Siyonîst ji demeke dirêj va bi derbasbûna ji xeta navbir a di navbera navçeya dagirkirî ya Colanê û Sûriyê, destdirêjiya xwe li ser navçeyên nêzikî Colanê li parêzgehên Dera’ û Quneytereyê berdewam dike.