Piştgirî û hevgirtina bi gelê Filistînê re
50 malbatên Kurd ên ku di 10`ê Tebaxê de bi karwanek ku ji 409 malbatan pêk dihat, vedigeran Serêkaniyê, dema gihîştin bajêr rastî êrîş û bê ewlehîtiyê ve hatin û ji ber nebûna şert û mercên ewlehiyê vegeriyan kempên xwe yên li Hesekê. Gelên Welatên curbicur bi lidarxistina xwepêşandanan tekezî li ser piştgirî û hevgirtina digelê gelê Filistînê kirin.
Li Berlînê xwepêşandanek jibo piştgiriya gelê Filistînê hat lidarxistin. Beşdarên vê xwepêşandanê bi hilgirtina alayên Filistînê banga rawestandina cinayetên rejîma Siyonîst û azadiya gelê Filistînê kirin. Wan her wiha bang li rayedarên welatê xwe kirin ku dawiyê bidine piştgiriya ji rejîma Siyonîst. Piştî Amerîkayê, Almanya ji dabînkerên sereke yên çekên rejîma Siyonîst e. Bi dehan çalakvanên tûnisî jî bi lidarxistina kombûnekê tevî hevgirtina bi gelê Filistînê li zîvala Xezzeyê, dewama êrişên rejîma Siyonîst şermezar kirin. Ev kombûn ku bi însiyatîva civata Ensara Filistînê ya Tûnisê û ser navê `` Em ê çavên Xezzeyê ji bîr nekin`` hat li darxistin. Li Koreya başûrî jî xwepêşandanek jibo piştgiriya gelê Filistînê hat li darxistin û cinayên rejîma Siyonîst li vê zîvalê hatin şermezar kirin.