Artêşa Rejîma Sîyonîst careka din ket rojavaya Der`ayê
Sibat 18, 2026 13:00 Asia/Tehran
Çavkanîyên xwecî ragihandin ku liv u tevgerên artêşa Rejîma Sîyonîst li başûra Sûrîyê didomin.
Çavkanîyên hanê ragihandin: Hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst bi 7 maşînên leşkerî ketin gundê Mesretîye li derdora rojavaya Der`ayê.
Çavkanîyên xwecî li parêzgeha Quneyterê jî ragihandin ku leşkerên sîyonîst ketin gundê Eyz Zîvanê li derdora başûra vê parêzgehê û xalee lêgerîn u kontrolkirinê danîn. Leşkerên Sîyonîst bilî ketina nav vî gundî u êrişa ser malên welatîyên sûrî, dest bi lêgerîna di nav malên hanê da kirin.