Heyva Sor: Li Kobanîyê derman tenê têra sê rojan maye û şîrê hişk ê zarokan jî qediyaye
Berpirsa tîmên gerok ên Heyva Sor li Kobanîyê behsa rewşa însanî û tendrsutiyê kir û hişyareke tund da û ragihand ku heta vê gavê derman negihîştine bajêr û depoyên wan ber bi valabûnê va ne.
Şadiye Ehmedê eşkere kir ku niha di dermanxaneyên bajêr de şîrê hişk tune u qeyraneke mezin çêbûye. Şadiye Ehmedê her wiha bal kişand ser rewşa giran û nalebar a awareyan û got: Heta niha, hejmareke zêde ji awareyan sobe nedanîne û di nava serma û seqemeke giran de dijîn.
Ji ber rewşa xirab a jiyanê nexweşî di nav awareyan de belav bûne. Berpirsa tîmên gerok ên Heyva Sor got ku wan hema li dibistanekê 42 zarok derman kirine, ku 30 ji wan ji ber vexwarina ava qirêj tûşî zikçûnê bûne. Wê her wiha got ku hejmara nexweşên di nava dibistanê de gelekî zêde bûye.
Heyva Sor bi lez ragihand ku her cure dermanek jibo vî bajarî pêwîst e bi taybet dermanên nexweşiyên demdirêj ên wekî nexweşiya şekir, talasemiya û penceşêrê.