Sibat 17, 2026 21:54 Asia/Tehran
  • Serfermandarê HSD: Me dest bi tevlîkirina hêzên xwe kiriye

Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got: "Me dest bi tevlîkirina hêzên xwe kiriye û em dê peymanê bi cih bînin."

Mezlûm Ebdî di civîna tev rûsipî u fermandarên ereb ên HSD, nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û yên pêkhateyên din, saziyên çandî û civakî û partiyên siyasî de dîyar kir ku ew peymana 29ê Kanûna Paşîn bi cih tînin û ev peyman ji bo gavên siberojê lêveger u esas e. 

Mezlûm Ebdî tekez kir ku di rojên bê de yê saziyên ku ev 12 sal in li herêmê ne tevî berpirs û endamên xwe di nav pêkhateya nû de cih bigirin. Me li hev kiriye ku hêzên me di çarçoveya Wezareta Parastinê de bibin lîwa. 

 

 

 

Serepeyv