Di gava yekem de nêzî 500 malbatên Efrînê yên koçber vedigerin warê xwe
Sibat 16, 2026 17:12 Asia/Tehran
Li gorî rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê de, pêvajoya vegera koçberên Efrînê dest pê dike. Di qonaxa yekem de, yê nêzî 500 malbat derbasî navçeyên xwe bibin.
Li bajarê Qamişloyê îro derbarê vegera koçberên Efrînê de daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî amadekariyên di du hefteyan de, êdî rê ji bo vegera xelkê Efrînê hatiye vekirin.
Endamê Rêveberiya Kombenda CIvakî ya Efrînê Îbrahîm Heftaro diyar kir di beşa yekem de derdora 400 heta 500 malbat dê vegerin.
Efrîn di 20ê Çileya 2018an de, rastî êrişa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat, di encamê de zêdetir ji 300 hezar Efrînî bi neçarî koçber bûn, beşek ji wan li devera bakurê Helebê di kampan de hatibûn bicihkirin.