Pevçûna giran di navbera kurdên sûrî bi hêzên Colanî re
Pevçûna giran di navbera kurdên sûrî bi hêzên Colanî re berdewam dike.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku kesên ser bi rejîma Colanî li deverên curbicur ên vî welatî dest bi kiryarên handêr dikin ku wek binpêkirina rêketina agirbesê tê hesabê.
HSD her wiha tekez kirin ku endamên Colanî li derdora navçeya Dêr Hafir û Şêx Meqsûd û Eşrefiyê liv û tevgerên meşkûk hene.Wî hişyarî da: Ger ew êrişa ser hêzên me berdewam bikin em ê neçar bin ku di çarçoveya berevaniya rewa de bersivê bidin.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwefireke bomberêjkirî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê li dorhêla Şêx Meqsûd, xaleke ewlehiyê daye ber êrişan.
HSD bang li hikûmeta Sûriyê dike ku reftarên van taximên neqanûnî kontrol bike û nehêle ku ew peyman û têgihîştinên di navbera me de hatine îmzekirin têk bibin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî îdia kiriye ku hêzên ser bi HSD vê sibê êrişî ser çeperên artêşa Sûriyê li herêma Til Masezê li rojhilatê Helebê kirin ku di encamê de leşkerek artêşê hate kuştin.
Di navbera gurrbûna nakokiyên siyasî û pevçûnan, şandekê bi serokatiya Îlham Ehmed îro gihîşt Şamê da ku bi rêberên Colanî re gotûbêjê bike.