Êrişa Hêzên Colanî ser Hêzên Sûriya Demokratîk
Tebax 04, 2025 14:06 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê êrişa hêzên di bin fermana Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê dijî çeperên hêzên HSD agahî da.
HSD ragihand ku êrişên endamên bin fermana hikûmeta Colanî ser çeperên xwe li gundê El-Îmam li herêma Dêr Hafirê bê encam kiriye.
HSD tekez kir ku Şam berpirsiyarê van kiryaran e û Hêzên HSD ji her demê zêdetir amade ne ku bi awayekî rewa bersiv bidin.
Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku artêşa hikûmeta demkî ya vî welatî peymana agirbestê binpê kiriye û êrişên giran dijî çeperên li Rîfa rojhilatê Helebê pêk aniye.
Mezûm Ebdî, Fermandê HSD pêştir derbarê rêketina bi hikûmeta Şamê re jibo tevlîkirina 100 hezar hêêzn vê komê li Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê agahî dabû.