Derbasbûna Karwanê leşkerî yê Amerîkayê nav bakur û rojhilatê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353506-derbasbûna_karwanê_leşkerî_yê_amerîkayê_nav_bakur_û_rojhilatê_sûriyê
Karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê ku ji 36 kamyonên barhilgirê alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, gihîşt navçeya Hesekê.
(last modified 2025-02-22T11:25:18+00:00 )
Sibat 22, 2025 11:20 Asia/Tehran
  • Derbasbûna Karwanê leşkerî yê Amerîkayê nav bakur û rojhilatê Sûriyê

Karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê ku ji 36 kamyonên barhilgirê alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, gihîşt navçeya Hesekê.

Li gorî  nivîsîna Rewangeha  Mafên Mirovan  ya Sûriyê (SOHR), karwaneke nû ya hêzên amerîkî û hevpeymaniya qaşo dijî DAIŞê derbasî binkeya Qesrikê li derdora Wezîrî ya Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyê bû.

Ev Karwan ji Herêma Kurdistana Iraqê û   ji Derbasgeha  Sînorî ya El-Welîdê ve derbasî nav axa Sûriyê bû û ji 36 kamyon alavên leşkerî hilgirê sindoqên girtî, sarinc, çek û sîleh û sindoqên depokirinê, tankerên ardûyê û wesayitên zirxî bû.