Dewra nû ya êrişên Tirkiyê ser dorhêla bendava Tişrînê
Li gorî rapora medyayên Sûriyê, artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ve, careka din êrişî derdora bendava Tişrînê, Qereqozaq û Dêr Hafirê kirin.
Dewra nû ya êrişên artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ve ser navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê destpê bûye û balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê jî ji serê sibeha îro ve çend caran dorhêla bendava Tişrînê dan ber bombeyan.
Di encama van êrişan de xisarên zav li bendava Tişrînê ketine û çavkaniyên herêmî ragihandin, çend karkerên bendavê jî birîndar bûne. Balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê herwiha derdora bajaroka Şiyûxê li rojava Kobaniyê jî dan ber bombeyan. Di dewama van êrişan de balafirên cengê yên Tirkiyê gundên derdora Qereqozaqê jî kirin hedef ku ji ber van êrişan xisarên giran li xelkê navçê ketine.
Li gorî nûçeyeka din balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê başûrê bajarê Serînê jî dan ber bombeyan.