Pevçûna HSD û hêzên ser bi Tirkiyê
Di encama pevçûna di navbera HSD û şervanên ser bi Tirkiyê de 8 çekdar ji wan fermandeyek hatin kutin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) basa operasiyonên xwe yên wek bersiva li hember êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ser bendava Tişrînê û dorhêla Minbicê kirin û ragihandin 8 çekdar ji wan fermandeyekî van çekdaran hatine kuştin. Mezlûm Ebdî, serfermandê HSD`ê, dewama êrişên Tirkiyê bi taybet li navçeyên wek bendava Tişrînê tevî hewldanên agirbesê bi navbeynkariya aktorên navnetewî, şermezar kir. Ebdî Tirkiye bi hewldana ji bo têkdana istiqrara li navçê tawanbar kir. Rayedarekî iraqî jî ragihand: Amerîkayê hinek alavên xwe yên leşkerî û leşkerên xwe ji Iraqê veguhestine Sûriyê. Ev kar pişkek ji pilana nû ya ji bo bicihkirina hêzên amerîkî di vê navçeyê da ye. Ji hêla din ve balafirên cengtê yên Siyonîst, qada hewayî ya Sûriyê kirin hedef ku di encamê de rêzeteqîn û li dû wê jî şewat derketiye.
Ji hêla din ve hikûmeta Ebû Mihemed El Colanî rewşeka dijwar ji bo şîeyên bajarê Humsê pêk anîye û ji bilî kuştin û revandina mirovan bi behaneya peywendiya bi hikûmeta berê re, li hin navçeyan xalên lêgerînê bicih kirine ku ji mirovan dipirsin ka şîe ne yan sunî.
Taximeka payebilind a Rûsiyê jî ji bo cara yekê ji dema wêdeçûna Bişar Esed, serokomarê berê yê Sûriyê ji desthilatê û serdestiya neyaran ser vî welatî ve, derbasî Şamê bû. Mîxaîl Bogdanov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê dema sefera bo Şamê gotiye: Mosko daxwaza yekbûn, serxwebûn û yekperçetiya axa Sûriyê dike.