HSD bi darê zorê çekan danayîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353078-hsd_bi_darê_zorê_çekan_danayîne
Wek berteka li hember gefa wezîrê berevaniya hikûmeta demkî ya Sûriyê, alîkarê berdevkê HSD jî ragihand em ê bi zorê çekên xwe nedanin erdê.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 24, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • HSD bi darê zorê çekan danayîne

Wek berteka li hember gefa wezîrê berevaniya hikûmeta demkî ya Sûriyê, alîkarê berdevkê HSD jî ragihand em ê bi zorê çekên xwe nedanin erdê.

Saêl El Zûbe, alîkarê berdevkê HSD`ê wek bersiva li hember gefa wezîrê berevaniya hikûmeta demkî ya Sûriyê li ser bikaranîna zext û zorê dijî HSD`ê bi mercê ku pêwîst be, pêgîrî kir ev hêzane wê çekên xwe daneyînin û heta dema ku dijî wan çek neyên bikaranîn jî qet wê zorê bi kar neyînin.

Saêl El Zûbe, alîkarê berdevkê HSD`ê, wek berteka li hember axiftinên Murhef Ebûqesrî, wezîrê berevaniya hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand em di dewra yekem a muzakireyên bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re gihîştin xal û encamên erênî û gera duyem a muzakireyên bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re cih tê, lê divê ew vê rastiyê qebûl bikin ku bi xezta leşkerî, mijarên di navbera me de wê çareser nebin.