Pevçûn endamên rejîma Colanî bi hêzên Kurdên Sûriyê re
Çile 20, 2025 14:14 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê şer û pevçûnên çekdarî di navbera endamên rejîma Colanî û hêzên HSD re li derdora Dêra Zorê agahî dan.
Li gor rapora çavkaniyên nûçeyan li Sûriyê, şer û pevçûnên çekdarî di navbera endamên ser bi rejîma Colanî û Hêzên Sûriya Demokratîk li devera di navbera Ebû Hemam û Xeranîcê de li rojhilatê Dêre Zorê derketiye.
Endamên Rêjîma Colanî roja Yekşemê dest bi êrişa ser bakurê rojhilatê Sûriyê kirin.Ew bi alavên xwe yên şer li herêmên rojhilatê Helebê û mêhwerên bendava Tişrîn û Dêre Zorê bi cih bûne.Ji dema hilweşyana rejîma Beşar Esed ve, şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û endamên girêdayî Tirkiyê de li derdora bendava Tişrînê di rojevê de ne.