Êrişa HTŞ`ê ser navçeya Kurdtêde ya Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352969-Êrişa_htŞ_ê_ser_navçeya_kurdtêde_ya_Şamê
Çekdarên HTŞ`ê êrişî taxa Zorava ya Şamê ku para zêde Kurd têde ne kirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 16, 2025 14:06 Asia/Tehran
  • Êrişa HTŞ`ê ser navçeya Kurdtêde ya Şamê

Çekdarên HTŞ`ê êrişî taxa Zorava ya Şamê ku para zêde Kurd têde ne kirin.

Çekdarên HTŞ`ê ku piştî têkçûna Bişar Esed, li Şamê desthilat girtine destê xwe, êrişî malên Kurdan li taxa Zorava Şamê kirin.

Çekdarên HTŞ`ê bi çekên sivik û giran malên xelkê di vê taxê de kirine hedef û piştî ku xelk ji malên xwe derketin, heyîtiyên wan talan dikin. Hêzên HTŞ`ê ji bilî karên nemirovane bi xelkê vê taxî re û heqareta li wan, hewl didin xelkê Zorava ji navçê derxînin. Li gorî gotina çavkaniyên xwecihî, kêşe û pevçûna li taxa Zorava ya Şamê hîna jî berdewam e.